Li Dêrsimê masîgiriya bi elektirêkê dibe sedema mirina gelek masiyan

.

Li navçeya Pilemûriyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê masîgiriya ku bi elektirîkê tê kirin dibe sedema mirina gelek masiyan.

Li gundê Pirdosorê yê li ser navçeya Pilemûriyê welatiyên ku dîtin di çem de gelek masî mirine Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Bajêr ji bûyerê agahdar kirin.

Ekîbên çûbûn gundê Pirdosorê lêkolîn dan destpêkirin.

Xelkê gund Umît Bayram ji rojnamevanan re got masîgirên diçin çêm û bi qaçaxî masiyan digirin, elektirîkê didin avê û ev jî zirarê dide masiyan.

Bayram got divê ajel û sirûş bên parastin û wiha pê de çû: "Sirûş têra me hemûyan dike, divê mirov evqas çavbirçî nebin. Însan divê destê xwe bidin li ser wîjdana xwe, ev masî şewitîne û wisa hişk bûne. însanek divê vê yekê neke."

Bayram herwiha diyar kir ku ji ber masîgir bi qaçaxî elektirîkê dixin nav avê û bi wî awayî masiyan digirin, evqas masî dimirin

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye