Li herêma Dêrsimê ya Bakûrê Kurdistanê di navbera hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket .
Di encama şerî de herî kêm 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, derengiya şeva borî li gundê Karşilar ya girêdayî Dêrsimê şerekî giran di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Piştî şer, Artêşa Tirkîyê li dijî gerîlayên PKK ê dest bi operasyonek berfreh kir
Di heman demî de li Wanê jî operasyon berdewam bûn û li gorî agahiyên Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, li çiyayê Tendûrekê di encama operasyonek esmanî de 4 gerîlayên PKKê jîyana xwe ji dest dane.
Siyaset Haberleri
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir