Li Dersîmê bi pileya 4.1ê erdhej çêbû

.

Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê îro Çarşemê danê nîvro erdhejeke bi hêz a bi pileya 4.1an çêbû.

Saziya Rewşên Lezgîn û Afatan a Tirkiyê (AFAD) ragihandiye ku erdhej li navçeya Pulumur a Dersîmê li demjimêr 13:02 bi hêza 4.1ê rû daye.

Herwiha Enstîtuya Kandillî ya Lêkolînên Erdhejan jî pileya erdhejê wekî 4.0 pîvaye û daye xuyakirin ku navenda erdhejê navçeya Pulumur devera Şampaşakaraderbendî bûye.

Hat ragihandin ku erdhej bûye sedema tirs û panîkê, lê ti ziyanên canî û madî nehatine tomarkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye