Li Dêrsimê 7 roj in agirê daristanê nayê vemirandin

.

Agirê daristanê ku berî 7 rojan li navçeya Xozatê ya parêzgeha Dersîma Bakurê Kurdistanê derketibû heta niha jî nehatiye vemirandin.

Li gundê Koçerî yê ser bi navçeya Xozata Dersimê, di 17ê Tebaxê de agir bi daristanê ket.

Ji ber ku midaxele nayê kirin agir heta niha dewam dike. Di encama agirê ku heft roj in berdewam dike, heta niha qadeke mezin ya daristanê şewitiye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, agir di dema operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê de derketiye û operasyon heta niha jî li wê herêmê berdewam dike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin