Li Dêrsimê 20 hektarên daristanan şewitîn

.

Li bajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan û goristanekê ket û piştî çend demjimêran ji hewildanê ew agir hat kontrolkirin.

Li bajarê Dêrsimê ji ber sedemeke ku nayê zanîn, agir bi daristanên gundê Çixekê ket û di encamê de jî 20 hektarên daristanan şewitîn.

Ji bo vemirandina agir, tîmên şaredariya Dêrsimê û her wiha rêveberiya daristanan a wê parêzgehê yekser çûne cîhê agir û piştî çend demjimêran ew agir kontrol kirin.

Di demên derbasbûyî de jî ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê li wê navçeyê, gelek caran agir bi daristanên wê parêzgehê ketiye. Lê sedemê agirê vê carê hîna nayê zanîn û lêkolînên li ser wê bûyerê jî berdewam in.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye