Li Dêrikê çekdarên PYD endamekî xwecihiya ENKS girtin

Duh (10.12.2016) çekdarên bi ser PYD ve li Dêrika Kurdistana Sûriyê endamekî serbixwe yê xwecihiya ENKS girtin.

Duh (10.12.2016) çekdarên bi ser PYD ve li Dêrika Kurdistana Sûriyê endamekî  serbixwe yê xwecihiya ENKS girtin.

Li gor malpera Yekîtî Media, Bengîn Umer Birho ji aliyê çekdarên navbûrî ve hate girtin dema ku ew ji nexweşxaneya sereke ya bajêr derdiket.

Li gor heman malperê Birho li naxweşxanê bû jibo serdana dayika xwe ya nexweş.

Nêzîka 40 serkirde û alîgirên ENKS ku piraniya wan endamên her yek ji Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd in, ji behtirî sê mehan ve, di zîndanên birêveberiya xweser ya PYD ku şaxê PKK li Kurdistana Sûriyê ye de ne.

Mihemed Îsmail, serokê polîtburoya PDK-S, û Abdullah Gedo endamê komîteya navendî ya Partiya Yekîtî di nav girtiyan de ne.
(E.B)

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin