Li gundewarê Dêre Zorê bi taybetî li derdora bajarokê Hecîn şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de diqewime, fermandarê giştî yê operasyonê Şêrko Hesekê ragihand, ku gelek berpirsên DAIŞê li wê deverê mane.
Li biyabanên Sûriyê şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên rêxistina DAIŞê de dijwar dibin. Bi hezaran çekdarên DAIŞê û xezîneya pereyên wê rêxistinê, herwiha hejmarek ji emîr û serkirdeyên DAIŞê, tê pêşbînîkirin ku li hersê gundên Hecîn, Sîfe û Sûse yên rojhilatê Dêre Zorê dorpêçkirî mabin ku niha ji aliyê balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ve tên bombebarankirin.