Li Dêrazorê jî teqîn: Herî kêm 20 kes can dan!

Hat ragihandin, li bajarokê Şihêl a Dêrezorê, li nêzîkî nexweşxaneyê êrîşeke bombeyî bi ser otomobîleke ku xebatkaran hilgirtî de hatiye teqandin.

Li gor nûçeyên xwe dispêrin jêderên xwecîhî, di encama êrîşa ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin de 15 kes canê xwe ji dest dane ku piraniya wan xelkê bajarokê Zubyanê bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî di derbarê teqînê de ragihand teqîn, li gundê Şeheîlê, ji dûr ve hatiye teqandin û 14 kesên can dane xebatkarên Kampa petrolê ya El Omer bûne û 6 kesên din jî ji HSDê bûne ku can dane.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin