Li Dêra Zorê 24 terorîstên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin girtin

.

 Li parêzgeha Dêra Zor ya Sûriyê, ku di destê HSDê de ye, komek terorîstên DAIŞê hatin girtin.

Fermandehiya HSDê ragihandiye, hêzên HSDê bi alîkariya hêzên asayişê karîn 24 terorîstên DAIŞê li devera Cezîra El Buhemîd li parêzgeha Dêra Zorê bigirin.

Li gorî agahiyan, terorîstên DAIŞê xwe li nav kavilan de veşartibû û amadekariyên êrişên terorîstî dikirin.

Hat gotin ku 3 kes ji wan terorîstên ku hatine girtin, hefteya borî endameka rêveberiya parêzgeha Dêra Zorê bi navê Mueyed El Reyaş kuştibûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye