Li Danîmarkayê digel sermayê Newroz hate pîrozkirin!

Li Kopenhaga paytaxta Danîmarkayê Kurdistaniyan bi organîzasyona Federasyona Komelên Kurdî, digel berf û seqem û sermayê agirê Newrozê pêxist û newroz pîroz kir.

Berf, serma û seqema Rojavayê Îskandînavyayê, ya li welatê Danîmarkayê, nekarî rê li pîrozkirina Newroza Kurdistaniyên ku li wî welatî dijîn bigire.

Îro 20ê Adara 2018an, Kurdistaniyên ku her tim dilê wan bi welatê wan re lê dide, li Kopenhagina paytexta Danîmarkayê, bi hestên berxwedanê, bi hestên serhildanê, bi hestên rojekî jiyana azad a li welatê xwe Agirê Newrozê pêxistin.

Kurdistanî, bi şîarên ”Efrîn Kurdistan e, ji bo Tirkiyê zindan e.” ”Kerkûk hem dil, hem Qudis û hem jî Îman e. Ji bo dagirkeran agiristan e.” Hest û helwestên xwe rik û gazinên xwe anî ziman.

Berpirsên gelek partiyên Danîmarkî ên wekî Lars Aslan Rasmussen ji Partiya Sosyaldemokrat (S), Søren Søndergaard ji Lîsta Yekîtiyê (Ø), Helime Oğuz ji Partiya Sosyalîst a Gel (SF), Finn Rudaizky ji Partiya Gel a Danîmarkî (O). jî, li gel Kurdistaniyan bi axaftinên dilsozane ya bi piştgiriya gelên Kurdistanê agirê Newrozê pêxistin.

RN/Danmark

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin