Li Danîmarka penaber daxwaza mafê mirovahîyê dikin

.

Li Danîmarka piştê sal û nîvekê çalakîyên girseyî destpêkirin. Eva demeke ku Danîmarka dixwaze penaberên ku ji dewr û bera Şamê hatine, bi henceta ku li wê metirsîya jîyanê nemaye, aramî heye wana paşve bişeyne.

Penber eva sê-çar rojin li hember vî helwesta hikûmeta Danîmarkayê, dest bi gelek cûre çalakîyan kirinê. Çend roj berê di meydana pêşîya şehrewanîya Kopenhaginê de xwepêşandanekî ku hinekî alîyên Danîmarkî jî piştgirî dikirin pêkhanîn.

Herwiha Penaber eva sê roje li pêşîya parlamentoya Danîmarka dest bi mangirtina birçîbûnê kirine.

Îro gelek alîyên sîyasî yên Bakûrî wek PAK, PSK, PDK-Bakûr û Hak-Par seredana wan kirin û piştgirîya xwe pêşkêşê wana krin.

Federasyona Komelê Kurdî li Danîmarka jî bi heyetekî seredana wan kir. Û serokê federasîyonê Adnan Axacan bi axaftinekî kurdî û danîmarkî piştgirîya federasyonê arasteyê wana kir

Di nav çalakvanande Kurd, Ereb û gelek nîjadên din hene.

RN/Danîmarka

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye