Li Colemêrgê qereqol dan ber mûşekan

Li devera Çelê ya Colemêrgê serbazekî Tirkiyê hat kuştin û komek serbaz jî birîndar bûn.

Walîtiya Colemêrgê ragihandiye, îro danê sibê du mûşek li qereqola hêzên Tirkiyê ya li devera Çelê ya Colemêrgê ketin.

Li gorî agahiyên walîtiyê, di encama wê êrişê de serbazek hat kuştin û 3 serbaz û sivîlek jî birîndar bûn. Ew sivîl jî şofêrê bolduzerê bûye û li wir mijûlî çêkirina rê bûye.

Walîtiya Colemêrgê ew êriş avêtiye stûyê PKKê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin