Li Colemêrgê qedexeya derketina li derve!

Parêzgariya Colemêrgê 31 herêmên li navend û navçeyên Colemêrgê heya 14 rojan wek ‘Qada Ewlehiyê ya Taybet’ ragihand û çûnhatina li van deveran qedexe kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin “Walîtiya me ewilê ji bo parastina can û mal û ewlehiya hemwelatiyan û ji bo ku aramî pêkwere û herwiha ji bo her gefa terorî ya li ser milet û dewleta me were têkbirin her cure tedbîran digre."

Di daxuyaniyê de her wiha wisa hate gotin: “Di vê çarçoveyê de navenda bajêr, navçeyê Çelê, Şemzînan û Geverê 31 herêm heya 9ê Berfanbara 2017an wekî ‘Qada Ewlehiyê ya Taybet' hatine diyar kirin. Divê hemwelatiyên me bê destûr neçin van qadan.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin