Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan heta 15 rojan

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê hemû çalakî û civînên piştgirîkirina Parlamentera HDPê Leyla Guven heta 15 rojan ji aliyê Walîtiyê ve hatin qedexekirin ku niha di greva birçîbûnê de ye.

Di daxuyaniya Walîtiyê de tê gotin ku derbarê greva birçîbûnê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven de, bi beşdariya parlamenterên wê partiyê li bajarên cuda plana meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatiye dayîn.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku bi armanca parastina ewlekariya millî, parastina ewlekarî û sîstema giştî, rêgirtina li tawanan, rêgirtina li maf û azadiyên bingehîn ên kesên din û herwiha parastina asayîşa giştî heta 15 rojan li navenda bajêr û bajarokan civîn û hemû çalakî hatine qedexekirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin