Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

.

 Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Dema hezar û 800 roj e li parêzgeha Colemêrgê hemû çalakî hatine qedexekirin. Walîtiya Colemêrgê 15 rojên din biryara qedexeya çalakiyan dirêj kir.

Ji sala 2016an ve li Colemêrga Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wek meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe ne.

Biryara qedexeyê 17ê Gulanê roja Duşemê bidawî dibe, lê careke din Walîtiya Colemêrgê biryara qedexeya çalakiyan bo dema 15 rojên din heta 31ê Gulanê dirêj kir.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji îro Duşembê 17ê Gulana 2021ê ve heta 31ê Gulana îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê cezayên nû li ser 29 keştiyên Îranê sepandin
Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî
Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartina Berhem Salih cihê şanaziyê ye
AMED - Eyşe Şan hat bibîranîn: 'Cihê wê nayê tijîkirin'
Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye