Li Colemêrgê qedexe heta 15 rojên din hat dirêjkirin

.

 Li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo dema 15 rojan hemû cure çalakî weke xwepêşandan, konferansên rojnamevanî, girev girtin û vegirtina konan hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Heta 30ê Hezîranê hemû xwepêşandan û çalakiyên wek meş û vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji 16ê Hezîranê  heta 30ê Hezîrana îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye