Li Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Li Colemêrgê 5 dever wek ‘navçeya ewlehîya taybet’ hatin ragihandin.

Navenda Nûçeyan- Li Colemêrgê 5 dever wek ‘navçeya ewlehîya taybet’ hatin ragihandin.

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û 4 bajarokên wê, pênc dever wek `navçeya ewlehîya ‎taybet` hatin ragihandin. Çûna welatîyan a wan navçeyan jî hat qedexekirin.‎

Walîtîya Colemêrgê bi daxuyanîyekê ragihand ku 5 deverên ser bi navenda bajêr û qezayên wê Çelê, ‎Şemzînan, Gever û Rûbarokê ji roja 29ê Cotmeha 2019 demjimêr 00.00 heta 12ê Mijdara 2019 ‎demjimêr 00.00ê wek `navçeya ewlehîya taybet` hatine ragihandin.‎

Di daxuyanîya Walîtîya Colemêrgê de tê îdîakirin ku ji bo parastina can û malê welatîyan ev biryar hatîye ‎dayîn û daxwaz ji welatîyan tê kirin ku bê destûr neçin wan deverên ku wek navçeya ewlehîya taybet ‎hatine ragihandin.‎

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir