Li Colemêrgê bi mûşekê êrîş birin ser karkeran

Li Colemêrgê li dijî karkerên ku rê çêdikirin, êrîşeke mûşekî kat pêk anîn. Di encamê de 3 karker birîndar bûn û ew veguhestin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê de hat diyarkirin, ku îro (13-11-2018) di derdora demjimêr 14:40a de li navçeya Çelê ya bajarê Colemêrgê li dijî karkerên ku rê çêdikirin, bi mûşekên menzîldirêj êrîş hatiye pêkanîn.

 

Parêzgariyê parast ku êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin û herwşha di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku 3 karker birîndar bûne. Karkerên birîndar bi helîkopteran bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin veguhestin.

 

Piştî buyerê li wê herêmê operasyoneke berfireh dest pê kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin