Li Cizîrê navenda polîsan bû armanca teqîneke bihêz

Li Cizîrê navenda polîsan bû armanca teqîneke bihêz, navend bi temamî hilweşiya

Vê sibehê li Cizîrê Midûriyeta Çevîk Kuvvetê ya li Banê Xanê bû armanca êrîşeke bombeyî. Li gorî agahiyên pêşî navend bi temamî hilweşiya, kûştî û birîndar hene.

Çavdêrên herêmî radigihînin ku teqîn vê sibehê saet di 07:00 de pêk hat û ji Banê Xanê dixan û dengî hewarê bilind dibe.

Rayedarên fermî hêj derheq hejmara kuştî bû birîndaran de ti agahî nedane, lê şandina 2 helîkopter, firokeyeke ambûlans û 12 ambûlansên dinê dest nîşan dikin ku zirar mezin e.

Li aliyê dinê ji Cizîrê tê ragihandin ku dora 10 polîs hatine kuştin û bi dehan jî birîndar hene.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin