Li çiyayê Qereçoxê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin  

.

Di êrîşeke asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, li çiyayê Qereçoxê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniykê de ragihand, hêzên asmanî yên ser bi Hevpeymaniyê ve, li sînorê parêzgeha Kerkûkê hejmarek pêgehên DAIŞê bombebaran kirin û di encamê de 7 çekdar hatin kuştin.

Ji heyama mehekê ve ye, çalakiyên DAIŞê li parêzgeha Kerkûk û Selahedînê zêde bûne û hêzên ewlehiyê jî bi operasyonên xwe de berdewam in.

Her îro jî di bin çavdêriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, li Germiyanê operasyonek li dijî DAIŞ'ê hat kirin û hat zanîn ku 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye