Li Cindirêsê çekdarekî Ceyş el-Şerqiyê bi çekê êrîşî malbateke Kurd kir

.

Li bajarê Cindirsê yê herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, çekdarekî Ceyş el-Şerqiyê bi çekê êrîşî malbateke Kurd kir û gefa kuştinê li endamên malbatê dixwe.

Çalakvan Mistefa Şêxo yê ku xelkê Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarekî Ceyş el-Şerqiye bi navê Mihemed Bûqras ku bi Ebû Casim tê naskirin, bi çekê êrîşî mala welatiyê Kurd Şêro Hemûd kiriye.

Şêxo her wiha got ku çekdarê navborî gefa kuştinê li Şêro Hemûd û malbata wî dixwe û da zanîn ku ev bûyer li heman taxê bûye ku 4 kes ji malbata Pêşmerg lê hatibûn kuştin.

Wê malbatê niha xwe li malbata Pêşmerg girtiye ku di şeva Newrozê de 4 endamên malbata wan şehîd ketin, grûpên çekdar jî gefan li wan dixwin û guleyan bi ser wan de direşînin.

Kurdistan Haberleri

Pizîşkiyan tawanbariya xiyanetê ya li ser Araqçî û Qalîbaf red dike
Cemiyeta Jinên Kurd 107 salî ye!
Îran: Lihevkirin bo rawestandina şer hatiye kirin û Amerîkayê garantî daye
Serok Barzanî û Serdarê Artêşa Îraqê hevahengiya serbazî tekez dikin
Koma Şanoyê ya Hawarê li Umanê 4 xelatên herî baş bi dest xistin