Li cihê ku kolber têne kuştin çalakiya "Na bo kuştina kolberan"

.

Li devera sînorî ya Tete ya li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê çalakiya “Na bo kuştina kolberan” birêve çû.

Komek çalakvanên sivîl û kolberên Rojhilatî li ser girê sînorî yê Tete li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, ku nêzîkî bajarokê Sewlawa li parêzgeha Sine ye, kom bûn û çalakiyeka watedar kirin.

Kesên ku beşdarî wê çalakiyê bibûn, bi hildana pankartên ku li ser wan hatibû nivîsandin “na bo kuştina kolberan” û “na bo kolberiyê” nerazîbûna xwe li hember kuştina kolberan ji aliyê pasdarên Îranê ve nîşan dan.

Çalakvanan bang li tevahiya xelkê Rojhilatê Kutrdistanê kirin ku li hember kuştina kolberan bêdeng nemînin.

Li gor raport û agahiyên dezgehên mafên mirovan, meha borî herî kêm 8 kolberên Rojhilatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin ku piraniya wan li girê Tete hatin kuştin, gelek kolber jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin