Li cihê komkujîyê qurbanî hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna qurbanîyên Komkujîya Dêrsimê li wê devera ku 217 kes lê hatibûn kuştin, merasîmek hat encamdan.

Navenda Nûçeyan - Bi boneya 83mîn salvegera Komkujîya Dêrsimê, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê bi merasîmên cuda, qurbanîyên wê komkujîyê hatin bîranîn.

Endamên Platforma Demokrasî ya Dêrsimê jî li zinarên Halworî  li nêzikî Çemê Munzurê ku roja 4ê Tebaxa 1938an 217 kes li wê deverê hatibûn kuştin, ji bo bîranîna qurbanîyan merasîmek encam dan.

Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî di nav beşdarên wê merasîmê de bûn.

Beşdarên wê merasîmê piştî pêkanîna konferanseke rojnamevanîyê mûm pêxistin û ji wan zinarên ku bi sedan kes lê hatibûn kuştin, bi boneya bîranîna qurbanîyan qurnefil avêtin Çemê Munzurê.

Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ji Rûdawê re ragihand, tevî ku 83 sal bi ser re derbas bûne, heta niha jî gelek alîyên Komkujîya Dêrsimê nehatine zelalkirin û got, “divê dewlet vê bûyerê zelal bike, arşîvan veke û lêborînê bixwaze.”

Yek ji beşdarên wê merasîmê Guluzar Arslan jî ji Rûdawê re dîyar kir, “Ew zulm hê jî berdewam e, her komkujî hebû û niha jî berdewam e.”

Beşdarekî din ê bi navê Îbrahîm Kasun jî got ku sala 1938an 217 kes ji zinarên Halworî hatin avêtin û kuştin û got, “Leşkeran pêşîyê xwestin bi guleyan bikujin, lê paşê jib o guleyên wê xerc nebin, bi daran lê dan û di zinaran de avêtin. Zilmeke wiha, komkujîyeke wiha nehatîye dîtin.”

Bi xwendina kilameke bi Kirmanckî ji alîyê hunermend Metîn Kahraman ve ew merasîm bi dawî bû.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da