Li cîhanê zêdetirî milyonek û 200 hezar kes ji ber koronayê mirin

.

Hejmara miriyên ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) li cîhanê, ji milyonek û 200 hezar kesan derbas kir û hejmara pêketiyan jî heta niha gihiştiye 46.5 milyon kesan.

Li gor amarên herî dawî yên Zanîngeha Johns Hopkins, hejmara miriyên ji ber vîrûsa koronayê li Amerîkayê gihiştiye 231 hezar û hejmara pêketiyan jî gihiştiye 9.2 milyon kesan.

Li Brezîlyayê jî vîrûsa koronayê zêdetirî 160 hezar kesan ji nav birine û hejmara pêketiyan jî gihiştiye 5.5 milyon kesan.

Hindistan jî, ku di rêzbenda çarem a welatên herî zêde zirardîtî de ye, hejmara miriyên ji ber koronayê li wî welatî gihiştiye 122 hezar kesan.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye