Li cîhana îngilîzîaxêfan romaneke kurdî

Author House çapkirina Sinful Words li welatên ku îngilîzî dipeyivin nêzîkî pênc sed heb televîzyon, radîyo û rojnameyan bi daxuyanîyekê agahdar kir.

Pirtûka niviskarê kurd Hesenê Metê bi wergera Dr. Sabahat Karaduman, Gotinên Gunehkar, bi îngilîzî derket hemberî xwendevanan. Roman wergerî Swêdî û Tirkî jî bûye.

Gotinên Gunehkar /Sinful Words ji alî çapxane û weşanxaneya Author House hat çapkirin.

Author House çapkirina Sinful Words li welatên îngilîzîaxêfan (Îngilîstan, Amerîka, Avustiralî û li Kanada) nêzîkî pênc sed heb televîzyon, radîo û rojnameyan bi daxuyanîyekê agahdar kir.

Sinful Words berîya çend hefteyan li ser internetê li sîteya Authour House û amazon.com jî derket hemberî xwendevanan.

Herweha dîsa Sinful Words di kataloga pirtûkên pirtûkxaneyên herêma Essexê li Îngiltereyê cihê xwe girtîye.

Munaqeşeyên bîst sal berê ya romana Kurdî heye an tuneye hîn di kerika guhên me de ne. Lê edebiyata Kurdî bi taybetî ev 20-25 salên dawî, ji qalikê xwe derket û li ser okyanusan diherike xwe dighîne kersaxên Îngilîstanê, Kanada, Amerîka, Avûsturalyayê jî.

Edebîyata kurdî bi saya nivîskarên wek Hesenê Metê di nav edebîyata cîhanê de cîyekî ji xwe re ava dike.

https://librarycatalogue.essex.gov.uk

http://www.authorhouse.co.uk/Bookstore/BookSearchResults.aspx?Search=sinful%20words

www.amazon.co.uk

www.amazon.com

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")