Li Çewlîgê rêyên 281 gundan ji ber berfê hatin girtin

.


 Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên 281 gundan hatin girtin.

Li gor zanyariyan, tîmên peywendîdar jî li ser kar û xebatên xwe bo vekirina rêyan berdewam in.

Wek gelek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê şevê din li Çewlîgê jî berfeke zêde bariya. Li parêzgehê ku nav bi nav berf dibare heta niha rêyên 281 gundan ji ber berfê hatine girtin.

Hat ragihandin ku tîmên ser bi Sekrêteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr bo vekirina wan 281 gundan bi 2 mekîneyên avêtina berfê, 19 greyder, 5 dozer, 23 kepçe, 3 malîna berfê û 110 karmendan li ser kar û xebatên xwe berdewam in.

Li aliyê din tê çaverêkirin ku li herêmê bi giştî îro jî berf bibare.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir