Li Çewlîgê jineke 91 salî ji Covid-19ê rizgar bû

.

 Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê jineke 91 salî ji nexweşiya Covid-19ê rizgar bû.

Li bajarokê Ilicalar ê ser bi Çewlîgê ve jina bi navê Ayşe Gençdogan, roja 25ê Adarê ji ber êşa sîng, pişt û ser bo nexweşxaneyê hat veguhastin û di encama pişkinînan de derket holê ku ew jin bi Coronayê ketiye.

Ew jina temenmezin ji nexweşaxaneyê bo malê hat veguhastin û li malê çareserî werdigirt.

Ayşe Gençdogan a 91 salî piştî 10 roj ji heyamek bi êş û jan û zehmet, ji Coronayê rizgar bû.

Li gor zanyariyan, berî Gençdogan kur û bûka wê jî bi Coronayê ketibûn.

Ayşe Gençdogan ku her li gund maye û bi xwarinên sirûştî dijî, behsa wan rojên nexweşiyê kir û got, “Di roja yekem a nexweşiyê de gelek ser û hestiyên min diêşiyan, piştre ez diricifiyam û min xwe nêzîkê sobeyê kir lê ev ricifîn derbas nebû.”

Herwiha Gençdogan diyar kir, “Sîng, qirik û zikê min diêşiya û min nefes nedistand, min hest dikir ku ez ê ji serma bimirim. Ji ber vîrûsê hundirê devê min hemû bû birîn û qet dilê min nediçû xwarinê.”

Gençdogan dibêje, piştî rizgarbûna ji Covid-19ê jî dîsan pirsirêka wê ya wergirtina nefesê heye.
(Rûdaw) 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê