Li Çewligê cerdevan “ciwanên stranên bi Kurdî guhdar kirine” derb kirin

Li navçeye Bongilana (Solhan) Çewliga Bakurê Kurdistanê cerdevanan bi hinceta “ciwan stranên bi Kurdî guhdar kirine” derb kirin.

Li gor agahîyan ciwanên bi navê Mahsum Kaya, Necmettîn Evranas, Furkan Kiliç û Yusuf Genç dema diçin Girava Qiral bi hinceta di erebeya xwe de stranên bi Kurdî guhdar kirine hatine derb kirin.

Li gor zanînan bûyer roja 31.07.2020an saet di 17.00an de qewimîye. Ciwanên ku stranên bi Kurdî guhdar kirine ji alîyê 2 leşker û 5 cerdevanan ve pêşî rastî tacîza devkî bûne paşê hatine derb kirin.

Piştî malbat hatine cîyê bûyerê alozî mezintir bûye.

Di vê alozîyê de apê Furkan Kiliç ciwanê hatîye derb kirin, Ebdullah Kiliç ji alîyê cerdevanan ve ji pîyê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Piştî bûyerê her çar ciwan û Kiliç çûne qereqolê û îfade dane.

Hêjayî gotinê ye mehên borî jî li paytexta Tirkîyê Enqereyê ciwanê bi navê Bariş Çakan bi hinceta styanên bi Kurdî guhdar kirîye hatibû kuştin

 

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin