Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin

.

Li Çewligê ji ber berfê rêya 281 gund û mezrayan hat girtin. Her wiha ji ber berfê rêya bejahiyê ya navbera Amed û Mêrdînê jî hat girtin. 

Li Çewlig û navçeyên wê 4 roj in barîna berfa zêde didome. Li hin cihên bilind û çiya berfek sitûr bariyaye. Li tevahiya bajêr û navçeyên wê rêya 281 gundan ji ber berfê hatiye girtin. Tîmên paqijkirina rêyan xebatên xwe didomînin. 

RÊYÊN BEJAHIYÊ TÊN GIRTIN 

Rêya bejahiyê ya di navbera Erzirom û Çewligê de jî li çûnehatê tê girtin 

Rêya bejahiyê ya di navbera Amed û Mêrdînê de jî ji ber barîna berfa zêde hat girtin. Tîmên paqijkirina rêya bejahiyê xebatên rê vekirinê didomînin. 

NAVÇEYÊN AMEDÊ XEMILÎN 

Li navçeyên Farqîn, Licê, Pasûr, Hênê, Pîran, Erxenî, û Karazê yên Amedê jî berf zêde bariya. Navendên navçeya bi spiya berfê xemilî û bi sedan rêyên gundên girêdayî navçeyan hatin girtin.

SÊRT 

Li Sêrt û navçeyên wê jî ji duh bi şev ve barîna berfê didome. Rêyên gelek gundên navend û navçeyan ji ber berfê hatin girtin. 

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir