Li Cerablusê du teqîn çêbûn

.

Li bajarê Cerablusê ku niha di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên girêdayî Enqerê ye, li du cihan di heman demê de teqîn çê bûn, li gor agahiyan di êrîşê de zarokek hat kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li bajarê Cerablusê ser bi Helebê, bi otomobîlek û motosîkletekê di heman demê de hatin teqandin.

Di encama êrîşan de li gor zanyariyan zarokek hat kuştin, 20 kesên din birîndar bûn û eger heye ku hejmara miriyan zêde bibe. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Cerablûsê. 

Hat zanîn ku motorsîklet li nêzîkî navendeke berê ya leşkerî li bajarê Cerablusê teqiya.

Heya niha ti aliyekî berpirsyaretiya xwe ji wan teqînan ranegihandiye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye