Li Cerablusê 4 welatiyên kurd ji yek malbetê hatin girtin

Li ser deriyê sînorî yê Careblusê ku, dikev navbera Trikiyê û Sûriyê de malbateke xelkê bajarê Kobanê ku, ji 4 kesan pêkdihat ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatin girtin.

Çavkaniyên navxweyî ji bajarê Kobanê ragehanadin ku, dema malbateke kurd ji Tirkiyê vedgeriya bajarê xwe Kobanê çekdarên opozîsyona Sûriyê ew li ser deriyê sînorî yê Carblus desteser kirin.

Li gor heman çavkaniyê ew welatî her yek ji Rexda Xelîl  Borzî temen 21 salî, Xelîl EhmeBozî temen 60 salî, Ehmed Îsmaîl Bozî temen 30 salî û Îsmaîl Xelîl Bozî temen 19 salî ji aliyê çekdaran ve hatin girtin.

Herwiha da zanîn ku, ew malbat ji gundê Qemûx ê ser bi bajarê Kobanê ve ye û heta nihga çarenivîsa wan ne diyare.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin