Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bazar hatin daxistin

Duh û îro hejmareke zêde ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, weke nîşandna nerazîtiyê li hember rêgiranî û rewşa xirab a bazarê man girtin û dikan û bazarên xwe daxistin.

Grevgirtina duh û îro li bajarên Rojhilatê kurdistanê weke Kirmaşan, Sine, Seqiz, Merîwanê û Miyandavê bû, li bajarên Îranê jî li Tehran, Meşed, Tebrîz, Kerec û hejmareke bajarên din brêve çû.

 

Li gorî zanyaryan, li bajarê Sine, odeya pîşesazî ya wê parêzgehê bi kurtename dikandar û bazarî agahdar kirine ku divê deriyê dikan û bazarên xwe vekin.

 

Odeya pîşesaziyê Sine hişyarî daye ku eger her kesekî dikana xwe veneke, her tiştek bê serê wî, berpirsatî li stûyê wî bixwe ye.

 

Hevdem li gel grevgirtina bazariyan, li çendîn bajarên Îranê jî akokar û xwedî barhilgiran jî man girtin.

 

Li gorî wan dîmenên ku di torên civakî de belav dibin, li bajarên Tebrîz, Benderebas, Erak, Neteniz, Îsfeha û çend bajarên din, tanker û barhilgir ketine grevê û kar nakin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin