Li Çemçemalê binkeya PDKê dan ber guleyan!

Li Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê destdirêjiya gule li ser binkeyeke PDKê hat kirin.

Li gor daxuyaniya lijneya navçeya Çemçemalê ya PDKê îro 11.12.2018ê hatiye belav kirin hat ragehandin ku; ‘’Şeva borî demjimêr 11:35ê de destdirêjiya gule li binkeyê lijneya navçeya me ya li Çemçemalê hate kirin, lê ti ziyaneke giyanî çênebû, tenê ziyanê madî pêkhat.’’

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Em hêvîdarin di demek herî zû de ên ku ev kare pêkanîne bên dîtin.’’

Ev heyama yek mehê zêdetire li parêzgeha Silêmaniyê û bi taybet jî li qeza Çemçemalê bûyerên gule berdan, kuştina xelkê û êrîşa li ser binkeyên partî û rêxistinan pêktên û li gor çavdêran jî ev yek metirsiyek mezine û sedemê wan bûyeran jî bi bêxemiya saziyên ewlehiya sînorê Silêmaniyê ve girêdidin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin