Li Çemçemal û Kifriyê qedexeya hatinûçûnê!

Piştî xwepêşandan, îro yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, li her du navçeyên Çemçemal û Kifriyê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.

Li gor nûçeya Rûdawê, îro xwepêşandanên nerazîbûnê li sînorê her du parêzgehên Helebce û Silêmaniyê berdewam bûn. 

 

Li bajarên Helebce û Silêmaniyê, Kifrî, Koye, Pêncwên, Raniye, Çar Qorne û li bajarokê Haciyava xwepêşandan hatin encamdan û li hin cihan alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derket.

 

 

Piştî zêdetirbûna aloziyên di xwepêşandanan de, Qayimeqamiya Kifriyê li nava bajarê Kifriyê qedexeya hatinûçûnê ragihand.

 

Di daxuyaniyekê de Qayimeqamiya Kifriyê ragihand: “Em hevwelatiyan agahdar dikin ku ji demjimêr 20:00ê şev ve hatinûçûna li nav bajarê Kifriyê ji bilî hatinûçûna hêzên ewlehiyê qedexe ye.”

 

Li Kifriyê jî îro xwepêşandan birêve çû, ku di destpêkê de xwepêşandanek aram bû, lê belê piştre alozî di xwepêşandanê de derket. Hin kesên di nava xwepêşanderan de, alên li ser baregehên Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê anîne xwarê.

 

Herwiha baregeha Eniya Tirkmenî ya li Kifriyê jî ji aliyê xwepêşanderan ve hate şewitandin.

 

Li Çemçemalê jî qedexe

 

Li navçeya Çemçemalê jî ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye, xwepêşandan di duyemîn roja xwe de berdewam bû.

 

Li sînorê navçeya Çemçemalê jî qedexeya hatinûçûnê hate ragihandin û rojek jî weke bêhnvedana fermî hat diyarkirin û dezgeh û saziyên hikûmetê girtî dibin.

 

Qayimeqamê Çemçemlê, Remek Remezan di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihad: “Ji ber xwepêşandanên di nava sînorê navçeyê de, ji demjimêr 20:00ê şev heta 05:00ê sere sibê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.”

 

Her wiha îro Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Raniyeyê ragihand, di encama çalakiyan de de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 80 kes jî birîndar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin