Li Çemçemal 350 xanî bo malbatên şehîdan hat çêkirin

.

Li bajarokê Çemçemal yê Herêma Kurdistanê 350 xanî bo malbatên şehîdan hat çêkirin.

Endamê encumena serkirdetiya Kerkûk-Germiyanê ya PDKê, Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re got, bi fermana Serok Barzanî, PDKê 350 xanî bo malbatên şehîdan li Çemçemalê çêkir.

Ednan Kerkûkî her wiha got, tevahiya xaniyan hatin teslîmkirin û bi vî rengî beşek mezin ji malbatên şehîdan bûn xwedan xanî.

Wî endamê serkirdetiya PDKê da zanîn jî, li bajarokê Derbendîxan jî 70 xanî bo malbaêtn şehîdan hat çêkirin. Li Ranya û Dûkan jî xanî bo malbatên şehîdan hat kirin. PDK dê li ser xizmetkirina malbatên şehîdan berdewam be.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye