Li Çankiriyê 500 Tirkî êrîşî du Kurdan kir

Li Çankiriyê 500 Tirkî êrîşî du Kurdan kir

Li bajarên tirk êrîşên li himberî Kurdan dom dikin.Şeva bohirî li Çankiriyê bi hinceta ku du ciwanên kurd ji tizbîfiroşekî, tizbiyên bi rengên kesk,sor û zer pirsîne, hatin lînçkirin.

Li gora agahiyan di ciwanên kurd dil dikin ji tizbîfiroşekî tizbiyekê bikirin, lê di bazarê de lihev nakin. Tizbîfiroşê ku ji devoka wan fêm dike ku ciwan kurd in, ji derûdora xwe re dibêje ev li tizbiyeke bi rengê PKKê digerin û di demeke kurt de dora 500 kes dicivin, bi sixêf û sloganan êrîşî her du ciwanan dikin.

Ciwan bi midaxaleya polîsan ji destên êrîşkeran tên rizgarkirin, lê ne diyar e bê rewşa wan çewa ye û niha li ku ne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin