Li Bonê bi konferansekî Însiyatîva Navdewletî ji bo Efrînê hate avakirinê

.

Li Almanyayê li bajarê Bonnê konferansa Efrînê bi dirûşma "Bi hev re ji bo Efrînê"  hat lidarxistin.

Di konferansê de ku serê sibê demjimêr 10:00 dest pê kir, destpêkê fîlmeke kurt li ser Efrînê wek bajrekî giring ê Rojavayê Kurdistanê hate nîşandan.

Piştre dîwanek ji bo rêvebirina konferansê hate hilbijartin.

Konferansa Efrînê taybet bû bi avakirina însiyatîvekê bi navê Însiyatîva Navdewletî ji bo Efrînê.

Efrîn, ji roja 18 Adarê sala 2018an ve di bin dagîrkeriya Tirkiyê û çekdaran de ye, û rojane binpêkirin lê çêdibin û rêjeya Kurdan lê gelekî daketiye û roj bi roj bi nitşecihkirina ereban li bajêr, demografiya wê herêma Rojavayê Kurdistanê tê guhertin.

Armanca vê însiyatîva ku li Bonnê hatiye avakirin ev e ku piştgiriya navdewletî ji bo Efrînê kom bike, heta ku dagîrkerî nemîne,

Ev însiyatîv herwiha dê hewl bide ku şandên navdewletî serdana Efrînê bikin, ji bo ku rastiyan bi çavên xwe bibînin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn