Li Bokanê 2 Pêşmerge şehîd bûn, hejmarek pasdarên Îranê jî hatin kuştin

.

Li Mehabadê di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de şer derket

Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê (HDKA) ragihand, du pêşmergeyên wan di şerê pasdarên Îranê de şehîd bûne.

HDKA di daxuyaniyekê de ragihandiye, derengiya şeva 20 vê mehê li navbera bajarên Mehabad û Bokan yên Rojhilatê Kurdistanê de di navbera pêşmergeyên wan û pasdarên Îranê de şer derket.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di wî şerî de ku bi kemîna pasdaran dest pê kiribû, komek pasdar hatine kuştin û çendek jî birîndar bûne, her wiha du pêşmergeyên wan jî şehîd bûne lê yên din karîne xwe ji rizgar bikin.

Li gorî agahiyên HDKA, navê yek ji wan pêşmergeyên Enwer Nesîrî Çîyane û navê yê din jî Sohrab Xedîrpûr bûye, her du jî xelkê bajarê Mehabadê bûne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye