Li Berlînê Xelata Baştirîn Belgefilman dane “Şeva Xîzê”

.

Derhêner Alî Ergulî di vê belgefilma xwe de behsa kesên bi nexweşiya silikozisê ketine, kiriye.

Li Festîvala Filman a Serbixwe ya Berlînê Xelata Baştirîn Belgefilman dane “Şeva Xîzê”, belgefilmê Alî Ergulî.

Alî Ergulî di belgefilmê de behsa çîroka wan karkeran kiriye ku bi nexweşiya silikozisê ketine. Ergulî jiyana wan nexweşan nîşan daye ku li gundê Taşliçayê yê Kanîreşa Çewligê dijîn.

Alî Ergul di 7ê Gulana 1981yê de li gundê Mêrîna yê Êlîhê ji dayik bûye. Di sala 2005ê de beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê qedandiye. Di navbera salên 2004 û 2005ê de xebatên derbarê Zarokên di Nav Xetereyê de ne de meşandiye. Di heman demê de weke rêveber û xwebexş, li Komeleya Zarok di Bin Heman Banî de ne (ÇAÇA-DER) kar kiriye. Ji sala 2008ê û vir ve li hin kanalên televizyonan weke koordînatorê belgefilman û derhêner kar kiriye. Di hin filmên reklaman de metin nivîsaniye û derhênerî kiriye. Her weha belgefilmek liser Heskîfê ya bi navê “Dîroka Mirina Avê” û yek jî bi navê “ 1,5 Metre / Bisikletlinin Trafikte Yaşam Hakkı” (Metro û Nîv/Mafê Jiyanê yê Duçerxvanî li Trafîkê) heye. 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan