Li Berlînê ji Civata Kurd xwepêşandanek

Civata Kurd şaxa Berlînê, li dijî êrîşên dewleta Tirk li Rojavayê kurdistanê li ber Konsolosxaneya DYA xwepêşandanek kir.

Li dîjî erîşên devleta Tirk li ser Kobanê û Afrîn'ê, Civata Kurd li Almanya liqa Berlînê li ber Konsolosxaneya DYA (Dewletên Yekbûyî ya Amerîka) xwepêşandanek li dar xist. Ji Almanya, DYA, Dewletên Evrûpî û Yekîtiya Netewan [UN] daxwaz kirin ku bila li dijî êrîşên Tirkîyê derkevin û dengê xwe bilind bikin.

 

i xwepêşandanê de seriya 200 kesî beşdar bûn û Ala Kurdistanê bilind kirin.

Herweha kurdekî ku di Partiya Çepan de endamê Parlamentoya Almanyayê ye, birêz Hakan Taș axaftinek kir û êrîşên Tirkiyê şermezar kir.

Li ser navê Civata Kurd li Berlînê Huseyin Şahîn nameyekê da konsolosê DYA Richard A. Grenell ku ji dewleta wan xwest ku di pirsa Rojavayê Kurdistanê de bêdeng nemîne û Kurdan tenê nehêle.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin