Li Berlînê belemên sembolîk ên koçberan tên çêkirin

Li Almanyayê bi alîkariya keçek Almanî û koçberekî Sûrî, kargehek bo çêkirina belemên sembolîk ên koçberên Sûrî hatiye vekirin. Sala 2015an bi rêya belemên lastîkî bi deh hezaran xelkê Sûriyê xwe gihandin giravên Yunanê.

Li paytexta Almanyayê bajarê Berlîn, kargehek bo çêkirina belemên sembolîk ên koçberên Sûrî hatiye vekirin, ew belemên ku bi rêya wan ji welatê xwe gihiştibûn giravên Yûnanê. Li gor damezrêner û dîzayneran, Armanca wan ew e ku bala xelkê bikşînin ser wê karesta li Sûriyê çêdibe.

 

Damezrênera kargeha belemên sembolîk Vera Gunther dibêje: "Destpêka 2016ê em bi belemeke biçûk vegeriyan Almanyayê, me pirsî gelo em dikarin tiştekî bikin. Hinek xelk berhemên me dikirin, ew belem behsa çîrokekê dikin, ji ber ew tişta ku dikirin wateyeke wê ya zêdetir heye."

 

Li nav kargeha belemên sembolîk, terziyê Sûrî Xeldûn ligel Veraya Almanî beleman dîzayn dikin û piştî peydakirina metaryalan bi makîneyê didirû û beleman çêdike.

 

Terzî û koçberê Sûrî Xeldûn Hisên jî got: "Ez van tiştan didirûm, xelk jî van tiştan dikirin, ji bo xelk bizanibin niha li Sûriyê çi dibe. Em li meteryalekî baş digerin, ku xweşik bê birandin û divê herdem paqij be, qet qul nebe, dûrî wî corî be."

 

Sala 2015ê , ji ber şerê navxwe bi deh hezaran xelkê Sûriyê berê xwe dan Almanyayê û bi rêya belemên lastîkî di nav Deryaya Spî re xwe gihandin giravên Yunanê, di encama wê pêla koçberiyê de belemên hejmrek koçber binav bûn û xeniqîn, vê yekê jî nerazîbûneke zêde li ba raya giştî ya Ewropa û cîhanê çêkir û belem bû nîşana trajediya koçberên Sûriyê.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye