Li Bedlîsê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin

Li 8 gund û 3 deverên navenda bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bo dema rojekê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Bedlîsê, ji îro ve heta sibê li 8 gund û 3 deverên ser bi navenda bajarê Bedlîsê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku bi armanca operasyonê dijî gerîlayên PKKê û parastina can û malê xelkê navçeyê qedexe hatiye ragihandin û 24 saetan ew qedexe dê berdewam be.

 

Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li wan deveran dest bi operasyonê kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin