Li Bedlîsê qedexeya çûnhatinê hat ragihandin

Parêzgeriya Bajarê Bedlisê bi daxuyaniyekê ragihand, li 43 gund û wargehên Bedlisê qedexeya çûnhatinê hatiye ragihandin.

Li Bajarê Bedlisê di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de, qedexeya hatûçûyê li ser 43 gund û waran hat danîn.

Ev qedexe îro di demjimêrên dibê de  ji aliyê Parêzgeriya bajêrê Bedlisê ve hatiye ragihandin û heta demeke nediyar dê berdewam dibe.

Di vê operasyona leşkerî de, lêgerîn di malan de tê kirin û lêpirsîn ji gundiyan tê kirin.

Hin welatiyên ku di rêyan de ne agahdarî operasyon û qedexê bûn, hatin binçavkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin