Li Bedlîsê heta 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

.

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, bo dema 15 rojan meş, xwepêşandan û hemû çalakiyên bi vî awayî li seranserî hatin qedexekirin.

Parêzgariya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku li seranserî parêzgehê bo dema 15 rojan hemû curên çalakiyên wek daxuyaniya çapemenî, çalakiyên rûniştinê, meş, vedana çadiran û kampaniyên îmzeyan hatine qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan li Belîsê ji roja 16ê Hezîranê demjimêr 00:01 ve dest pê dike û heta 30 Hezîranê û demjimêr 23:59 berdewam dibe.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de got, ku biryara qedexeyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna coronayê, provaksyonên neçaverêkirî û bergiriya li bûyerên civakî hatiye ragihandin.

Destpêka vê mehê, li herdu parêzgehên Wan û Sêrêt ên Bakurê Kurdistanê jî ji ber heman sedeman qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye