Li Bedlîsê helîkoptereke leşkerî ya artêşa Tirkiyê ket

.

Hat ragihandin ku îro 4ê Sibatê danê êvarê li navçeya Tetwanê ya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya artêşa Tirkiyê kete xwar.

Hat zanîn ku helîkopter li dorûbera Girtîgeha Tetwanê ketiye û herî kêm 9 leşker tê de hebûn.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama ketina helîkopterê de 2 leşker mirine û 5 jî bi giranî birîndar bûne.

Leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Leşkerî ya Tetwanê hatine veguhestin.

Derbarê sedema ketina helîkopterê hêj ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye