Li Bêdlîsê 70 dikandar hatin desteserkirin

.

Li parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê dikandarên ku ne xwestin dest ji dikanên  xwe berdin rastî mudaxelaya polîsan hatin. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Davut Tezcan jî di nav de herî kêm 70 kes hatine desteserkirin.

Li taxên Ataturk, Devrîm, Gazibey, Hersan û Muştakbaba ser bi parêzgeha Bêdlîsê 700 avahî Nîsana 2020an  bi biryara Serokkomartiya Tirkiyê  wek devera metirsîdar hate ragihandin. Piştî biryarê di encama serlêdana dikandaran ji aliyê dadgehê ve biryara `rawestandina rêvebirinê` hate dayîn. Ligel vê biryarê jî ji dikandara hat xwestin ku heta 30ê Temûza 2021ê kargehên xwe vala bikin.

Li gor agahiyan 14ê Tebaxê demjimêr 00:30 polîsan xwest kargehan vala bike lê rastî nerazîbûna dikandaran hat û di encam de polîsan bi guleyên plastîkî û bombeyên gazê midaxeleyî dikandaran kir û herî kêm 70 kes desteserkirin.

Hate gotin hejmareke dikandarê ku di êrîşê de birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye