Li Bedlîsê 7 apartman hatin karantînekirin

.

 Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên bo rêgirtin li belavbûna cureya nû ya vîrusa Covid-19 de li Bedlîsê, 7 apartman hatin karantînekirin.

Parêzgariya Bedlîsê roja Sêşemê 10ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ev biryar aşkere kiriye û ragihandiye, Lijneya Paqijiyê ya Parêzgehê biryar da ku li gor madeyên pêwendîdar ên Qanûna Giştî Paqijiyê, 7 apartmanên li navenda bajêr ku pêketinên bi Covid-19 lê hatine tomarkirin, bi awayekî demkî karantîn bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin, karantînekirina wan apartmanan ji destpêka roja Çarşemê 11ê Tebaxê ve destpê dike.

Ew apartmanên ku biryara karantînekirina wan hatiye dan, li hersê taxên Mûştakbaba, Xûsrewpaşa û Beşminare ne.

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku kesên pabendî tedbîr û biryaran nebin, dê ceza li ser wan bê sepandin.

Ev yek di demekê de ku di vaksînlêdana li dijî vîrusa Covid-19 de Bedlîs weke piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê di rêzên herî dawî de ye û yek ji 10 parêzgehên Tirkiyê ye ku kêmtirîn rêjeya vaksînlêdanê lê hatine tomarkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin