Li bazara Hewlêrê şewat!

Îro bi şev agir bi Bazara Qeyserî ya Hewlêrê, ku dikeve navenda paytext, ket. Hate ragihandin, ku heta niha jî nehatiye kontrolkirin.

Li gorî şahidekî îşev demjimêr 21.30ê ji ber şorta elektrîkê agir di dukanekî Bazara Qeyserî de derketiye û demildest tîmên Berevaniya Şaristnî gihiştine cihê bûyerê.

 

Li gor Rûdawê niha jî agir berdewam e û tîmên Berevaniya Şaristanî û polîs hewl didin hemwelatiyan li cihê agir dûr bixin.

 

Dikandarekî da zanîn, ku li vî bazarî nêzîkî 300 dukan hene û piranî kelûpelên werzîşî û cilên zarokan têde heye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin