Li Batmanê resepsiyona PAKê

PAK li Batmanê bi resepsiyonekê hate danasîn

Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) li Batmanê resepsiyonek lidar xist.

Resepsiyona Batmanê bi axaftina endamê birêveberiya giştî ya PAKê Feyyaz Ekmen dest pê kir. Ekmenî bi kurtayî bixêrhatina mêvan û beşdaran kir û gotin da serokê giştî ê PAKê Mustafa Ozçelikî.

Ozçelîkê di axaftina xwe de behsa pêvajoya damezrandina PAKê, armanc û konsepta PAKê kir û got ew di siyaseta Kurdistana Bakur de dengekî nûjen, cuda, lê bi dîrokê ve girêdayî ne.Nûnerên gelek saziyên siyasî, civakî û sivîl beşdarî resepsiyonê bûn.

Serokê PAKê yê Batmanê Azîz Ozdemîr piştî resepsiyonê diyar kir ku ew ji beşdariya resepsiyonê û pêşwaziya gelê Batmanê li PAKê gelekî dilxweş in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin