Li Batmanê penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li ber Neteweyên Yekgirtî ketin rêzê

Neteweyên Yekgirtî ji Batmanê wê 500 kesan bişîne Awrûpayê lê divê bikevin hevdîtina mulaqatê. Bi armanca mulaqatê heyeteke ji 4 kesan ji bajarê Entabê, ji Neteweyên Yekgirtî Komîseriya Koçberan ya Bilind çûn Batmanê.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ji Kurd û Ereban gelek kes û malbat reviyan û çûn deverên ji hev cuda.

Bajarê Batmanê jî ciyeke ji wan e ku gelek Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyî hatine lê bicîh bûne.

Li bajarê Batmanê 21 hezar Kurdên rojava û Sûriyeyî hene ku ji wan, di 2 salên dawiyê de 4 hezar kes çûne Awrûpayê û malbat ji hev perçe bûn.

Niha Neteweyên Yekgirtî ji bajarê Batmanê wê 500 kesan bişîne Awrûpayê lê divê bikevin hevdîtina mulaqatê. Bi armanca çêkirina mulaqatê heyeteka ji 4 kesan ji bajarê Entabê, ji Neteweyên Hevgirtî Komîseriya Koçberan a Bilind çûn Batmanê.

Kesên ku seredana mulaqatê kirin ragihandin ku ji Batmanê û xelkê wê zahf razîne lê hinek ji malbatên wan li Awrûpayê ne û dixwazin herin tevlî wan bibin da malbat ji hev perçekirî nemînin.

(peyamakurd)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin